Nûçeya qedexetiya derbasbûna kamiyonên îranî bo Tirkiyê derew derket
Cotmeh 08, 2021 17:14 Asia/Tehran
Serkonsûlê Îranê li Erzerûmê got: Nûçeya qedexetiya derbasbûna kamiyonên îranî bo Tirkiyê tam sexte ye.
Li gorî rapora roja Îniyê ya IRAN Pressê, Secad Sultanzade, Serkonsûlê Îranê li Erzerûmê got: Duh 400 kamiyonên îranî derbasî Tirkiyê bûne û hatûçûna dualî ya kamiyonan bi awayekî normal didome
Serkonsûlê Îranê li Erzerûmê her wiha got: Li gorî daxwaza şiroveyê ji Rêveberê giştî yê Gumrikên Rojhilatê Tirkiyê, hatûçûna dualî ya kamiyonan bi awayê asayî didome.