Cotmeh 08, 2021 09:09 Asia/Tehran
  • Tirkiyê daxwaza kirîna 40 balefirên şêrr ên F16 ji Amerîkayê kiriye

Tirkiyê daxwaza kirîna 40 balefirên şêrr ên F16 û derdora 80 kîtên nûkirina balefirên şêrr ji Amerîkayê kiriye.

Li gorî rapora Fars Newsê, Ev girêbesta çend miliyar dolarî ya firotina çekên Amerîkayê bo Tirkiyê girêdayî bi piştrastkirina Wezareta derve û Kongreya vî welatî ye.

Pêştir Enqerê zêde 100 heb balefirên şêrr ên F35 sipariş kiribû ku biryar bû ji aliyê Kompaniya Lakhîd Martîn va bên çêkirin; Lê di sala 2019an da piştî kirîna Pergala Berevaniya Mûşekî ya S400 ji Rûsiyê ji aliyê Tirkiyê va, Waşîngtonê girêbesta kirîna F35an betal kir û Tirkiye xiste bin boykotan.

 

Serepeyv