Hewldan ji bo desteserkirina 46 leşekeriyan li 21 bajarên Tirkiyê
Serdozgeriya Komarî ya Stenbolê, derbarê 46 leşkeriyên ku tê îdiakirin endamên “Cemaeta Fethulah Gulen” in biryara desteserkirinê da û ji ber vê yekê, îro li 21 bajaran hêzên ewlekariyê yên Tirkiyê dest bi operasyonê kirin.
Serdozgeriya Komarî ya Stenbolê, di encama xebatên Serokatiya Herêma Stenbolê ya MÎTê de bi îdiaya endamên “Cemaeta Fethulah Gulen”in derbarê 46 leşkeriyên li ser kar û ji kar hatine dûrxistin biryara desteserkirinê da.
Hat ragihandin ku ew 46 leşkerî li Fermandariya Esmanî, Fermandariya Deryayî, Fermanderiya Giştî ya Cendirme û Fermandariya Ewlehiya Peravê dixebitin û xebitîne.
Hêzên ewlekariyê, ji bo girtina 46 kesan li 21 bajaran dest bi operasyonê kirin.
Hatiye ragihandin, navenda wê operasyonê bajarê Stenbolê ye.
Hikûmeta AKP-MHPê, Artêşa Tirkiyê û hêzên ewlehiya vî welatî ji bo deshilata xwe metirsî dibîne û loma ji bo nehêştina dijberên xwe di nav hêzan de bi hecetên curbicur yên wekî endambûna di nav “Cemaeta Fethulah Gulen” de wan desteser dike û ji kar dûr têxe.