Cotmeh 02, 2021 12:59 Asia/Tehran
  • Kalin: Hebûna Tirkiyê li Sûriyê ne dagirkerî ye

Berdevkê Serokomariya Tirkiyê Îbrahîm Kalînîdia dike ku hebûna hêzên Tirkiyê di nav axa Sûriyê de ne dagirkerî ye û mafê wan e wek çawa mafê Amerîka û Rûsya ye derbasî wî welatî bibin.

Berdevkê Serokomariya Tirkiyê ji rojnama Almanî ya Der Spiegel re îdia kir: “hebûna hêzên Tirkiyê li Sûriyê ne dagirkerî ye”. Wî her wiha got ku beşek ji dostên wan yên Ewropî rexneyan li Tirkiyê digirin ku hêzên wê li Sûriyê ne û îdia kir ku hebûna wan li wir ji bo vê yekê ye ku xelkê li navçê bihêlin û pêşiyê li koçberiya 2 milyon û nîv ji welatiyên wê derê bigire.

Îbrahîm Kalin herwiha got: Li cihê ku spasiya Tirkiyê bihata kirin, rastî sizayan hat, ji ber ku “ziyan gihande hebûna PKKê li navçeyê.”

Kalin binpêkirina zagon û yasayên navdewletî ji aiyê Tirkiyê li Sûriyê red kir û îdia kir: Aliyê ku ew yasa binpê kirine, “rejîma Sûriyê û PKKê ye.”

Berdevkê Serokomariya Tirkiyê got: Wan ji sala 2015an heta 2017an pêşniyara avakirina devereke aram kir û eger ew devera bihata avakirin, wê xelkê Sûriyê bi wê hejmara zêde koçber û penaber nebûya.

Dewleta Tirkiyê bi dagir kirina bajar û gundên bakura Sûriyê yên wekî Serê Kanî, Girê Spî, Efrîn ê û gelek gund û bajarokên din ku piraniya xelkê wir kurd in ala  xwe li van deveran rakiriye û dibistanên bi zimanê tirkî li van deveran vekiriye û zimanê kurdî li wan qedexe kiriye û tûyê bibêjî ku qey ev bajar û gundana yên Tirkiyê bi xwe ne. Ji bilî vê yekê girtin û şikencekirin, awarekirina xelkê serke yê van bajar û gundan û dizî û talan kirina mal û milkên wan ji aliyê artêşa Tirkiyê û çeteyên wê jî bûye karê her rojî.  

Şamê bi caran dîyar kir ku hebûna Amerîka û Tirkîyê li Sûrîyê dagîrkerî ye û xwestiyer ku divê her du welat xaka Sûrîyê biterikînin. Lê Rûsya li ser vexwendina Şamê li Sûriyê ye ku şerê terorê û komên çekdar bike.

Serepeyv