Cotmeh 02, 2021 10:11 Asia/Tehran
  • Enqere ji ber ku Amerîkayê koma tundrew a

Wezareta Karên Derve ya Tirkiyê rexne li plana Meclisa Nûneran a Amerîkayê ya ragihandina koma nijadperest a "Gurên Gewr" wek terorîst, girt.

Li gorî ajansa nûçeyan a KurdPressê, koma nijadperest a "Gurên Gewr" girêdayî Partiya Tevgera Neteweyî ya Tirkiyê (MHP) û hevalbendê desthilatdariya Partiya Dad û Geşepêdanê (AKP) ya bi serokatiya Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan e.

Wezareta Derve ya Tirkiyê bertek nîşanî pêşniyara Meclîsa Nûneran a Amerîkayê ya derbarê terorîst nasandina vê koma nijadperest, da û diyar kir ku divê qanûndanêrên amerîkî li dijî koma Fethullah Gulen, ku Tirkiye wan terorîst dibîne, tevbigerin.

Berî niha hikûmeta Fransayê ragihandibû ku divê koma "Gurên Gewr" ji ber kar ûkiryarên neqanûnî û nijadperestî yên vê komê were qedexekirin û hilweşandinê.

Koma tundrew û nijadperest a "Gurên Gewr" di dawiya dehsalên 1960-an de ji hêla siyasetmedarê nijadperest ê Tirk Alp Arslan Turkes ve hat damezrandin.

Ev koma tundrew li welatên wekî Amerîka, Avusturya(Otrîş), Fransa û Almanya xebatên berfire yên nijadperestî bi taybet li dijî kurdan bi rê ve dibe.

Serepeyv