Civîna Putîn-Erdogan; ‘Nabe terorîstek jî li Idlibê bimîne’
Berdevkê Kremlinê dibêje, di civîna Putîn-Erdogan de rewşa Idlibê jî hat gotûbêjkirin û tekez kir, “Divê ew rêkeftina bo derxistina terorîstan ji Idlibê hatiye kirin, bê cîbicîkirin. Nabe terorîstek jî li Idlibê bimîne.”
Serokomarê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan 29ê Îlona 2021an serdana Rûsyayê kir û li bajarê Soçiyê ligel Serokomarê Rûsyayê Vladimir Putîn civiya. Ev piştî 18 mehan yekemîn civîna rûbirû bû di navbera herdu serokomaran de.
Yek ji mijarên sereke ya gotûbêja di navbera serokên Rûsya û Tikiyê de bi giştî mijara Sûriyê û bi taybetî jî Idlib bû. Serokkomarê Tirkiyê dema vegeriya Tirkiyê di balafirê de, bersiva pirsên rojnamevanan da. Erogan derbarê rewşa Idlibê de got: ”Me bi Putîn re tekezî li ser wê kiriye ku divê em di vî warî de pêngavan biavêjin û çareseriyeke mayinde û demdirêj bi dest ve bînin.”
Serokkomarê Tirkiyê hûrgiliyên zêdetir di vî warî nedan, loma ev yek jî ji aliyê beşeke opozîsyona wî welatî ve hat rexnekirin. Serokê Partiya Pêşerojê Ahmet Davutoglu got: Pêwîst e Erdogan derbarê wê civînê de raya giştî agahdar bike.
Berdevkê Koşka Serokayetiya Rûsyayê, Dmîtrî Peskov jî roja Pêncşemê 30ê Îlona 2021an di daxuyaniyekî de amaje bi wê da ku divê ew rêkeftina ku di salên derbasbûyî derbarê Idlibê hatiye îmzekirin bê cîbibicîkirin, bi taybet derxistina terorîstan ji Idlibê.
Lê Peskov jî amaje bi wê neda ku eger ew a ku Moskow dixwaze neyê cîbicîkirin dê bordûmana artêşa welatê wî ser grûpên çekdar yên nêzîkî Tirkiyê ku li wê navça Sûriyê ne berdewam bin yan na.