Îlon 28, 2021 12:50 Asia/Tehran
  • Li Stenbol û Îzmîrê 80 xwendekar hatin desteserkirin

Li parêzgehên Stenbol û Îzmîrê 80 xwendekarên zanîngehê ku nebûna cihê manê protesto dikirin, hatin desteserkirin.

Li Tirkiyê her sal di meha Îlonê de perwerdeya zanîngehan destpê dike. Bi destpêkirina perwerdeyê gelek xwendekaran cihê manê peyda nekirin û li beramber krîza manê nerazîbûnên xwe nîşan didin. Xwendekarên cihê manê peyda nekirine ji bo çareserkirina pirsgirêkê “Tevgera Barinamiyoruz” (Bêwaran) ava kirin. Xwendekar gazina nebûna cih ji saziyên girêdayî zanîngehan û kirêya giran a malên taybet dikin.

Li Stenbolê xwendekarên zanîngehê bi armanca protestokirina nebûna cihê manê 8 roj in li Parka Moda radizên. Xwendekaran li ser hesabên xwe yên sosyal medyayê ragihandine ku nêzîka 50 hevalên wan bi lêdan hatin desteserkirin.

Xwendekar li ser hesabê xwe yê Twitterê dibêjin “Em bang li hemû dostên xwe dikin dengê nobeta me ya em çend roj in digirin, bilind bikin. Di encama êrîşa polîsan de nêzîka 50 hevalên me hatin desteserkirin.”

Li Îzmîrê jî polîsan nêzîkî 30 xwendekarên ku protesto dewam dikirin, desteserkirin. Xwendekaran dîmenên îşkenceya li hevalekî wan hatiye kirin, li ser hesabê xwe yê Twitterê belav kirin.

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan, duh li ser nebûna cih a xwendekaran îdia kir: “Hejmarek kesên ku li parkan radizin peywendiya wan bi xwendekariyê nîne. Ew şewazeke din a Parka Gezî ye. Li Tirkiyê nêzîka milyonek cih ji bo xwendekaran hatine çêkirin û li gor gelek welatan di vê mijarê de Tirkiyê li pêş e.” Erdogan, herwiha kesên li parka radizin wek “qaşo xwendekar” binav kir.

Pirsgirêka cihê mana xwendekaran heta niha çareser nebûye û çalakiya xwendekaran ku li Stenbolê destpê kir her diçe li tevahiya Tirkiyê belav dibe. Xwendekar di çarçoveya çalakiyên xwe de li dehan bajaran li parkan radizin û gelek caran ji aliyê polîsan ve tên desteserkirin.

Serepeyv