Îlon 27, 2021 23:51 Asia/Tehran
  • Amerîkayê Tirkiye hişyar kir: Ji ber S-400 dê cezayên nû bên ferzkirin

Waşîngotinê serokomarê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan hişyar kir, heke ku beşeke din ji moşekên S-400 yên rûsî bikire, dê rastî cezayên Amerîkayê bê.

Li gorî rojnameya Kathimerini ya Yewnanistanê, piştî ku Erdogan ragihand ku welatê wî niyet dike beşeke din ji moşekên pergala parastina hewayî S-400 ji Rûsya bikire, Waşîngtonê hişyarî da ku ev gav wê bibe sedema ferzkirina cezayên nû li dijî Enqerê.

Berdevkê Wezareta Karên Derve yê Amerîkayê ji kenaleke Yewnanistanê re wiha got: “Em ji Tirkiyê re zelal dibêjin, kirîna çekên nû yên Rûsya dê bihêle ku cezayên CAATSA (qanûna têkoşîna li dijî dijberên Amerîkayê ya 2017) bên ferzkirin.”

Rayedarên amerîkî bang li Tirkiyê kir ku moşekên S-400 li cem xwe nehêle û pêdiviyên leşkerî yên din ji Rûsyayê nekire.

ji aliyê din ve gotinên vê dawiyê yên Erdogan bi kanala CBS a Amerîkayê re derheq vê yekê ku Amerîka di bicihanîna soz û qirarên xwe di warê têkiliyên bi Tirkiyê re rastbêj nîne, bûye sedma alozbûna zêdetir a têkiliyên van du welatan.

Serepeyv