Îlon 27, 2021 15:05 Asia/Tehran
  • Dîsa bihaya lîreyê Tirkî li hember Dolarê Amerîkayê daket

Li Tirkiyê piştî ku Banka Navendî rêjeya faîzê (sûda bankî) 1 puan daxist, bilindbûna dolarê Amerîkî li hember lîreyê Tirkî berdewam kitr. Dolar îro li hember lîreyê Tirkî rekoreke nû tomar kir û dolarek gihişt 8.89 lîreyê Tirkî.

Banka Navendî ya Tirkiyê, 23ê Îlona 2021ê biryara rêjeya faîzê eşkere kir û piştî Gulana 2020an cara yekemîn rêjeya faîzê xalekê kêm kir û ji sedî 19 daxist  bo ji sedî 18an.

Di demekê de ku enflasyon her roj li Tirkiyê zêde dibe, daxistina rêjeya faîzê bandoreke neyînî li ser lîreyê Tirkî kir. Bihayê lîreyê Tirkî li hember dolar berî daxistina rêjeya faîzê 8.65 bû.

Yek dolarê Amerîkî yekem car li hember lîreyê Tirkî dibe 8.89 û lîreyê Tirkî di 4 rojên dawî de li hember dolar nirxê xwe nêzîkî %3 ji dest da.

Piraniya aborînasên biyanî û yên Tirkiyê biryara daxistina faîzê ya Bankeya Navendî rexne kiribûn.

Serepeyv