Îlon 27, 2021 14:17 Asia/Tehran
  • Kabîneya Tirkiyê ji bo hilkolandina Koronayê, Efxanîstan, Sûriye û tekoşîna dijî terorê dicive

Kabîneya hikûmeta Tirkiyê, piştî 3 hefteyan îro li Enqerê dicive. Di rojeva Kabîneyê de ji bilî Korona, Afxanîstan, Sûriye û “tekoşîna dijî terorê” hene.

Kabîneya Serokomariya Tirkiyê, îro li Enqerê bi serokatiya Recep Tayyip Erdogan dicive. Mijara serekî ya civînê tedbîrên Coronayê ne. Li Tirkiyê, hejmara rojane ya pêketiyên Koronayê gehiştiye sînorê 30 hezaran. Di civîna îro de biryar li ser tedbîrên nû tê dayîn û dê diyar bibe, tedbîrên nû tên wergirtin an na.

Wezîrê Tendirustî yê Tirkiyê Fahrettin Koca, derbarê rewşa dawî ya Koronayê de dê zanyariyan bide endamên Kabîneyê. Li gorî medya Tirkiyê, piştî Talîbanê rewşa Efxanîstanê û metirsiya koçberan û geşadanên dawî yên li Idlibê jî di rojeva Kabîneyê de ne. Her du mijar jî dê di civînê de bên gotûbêjkirin.

Herwiha, “tekoşîna li dijî terorê” jî di civînê de tê gotubêjkirin. Tê çaverêkirin Erdogan, piştî civîna Kabîneyê, ji medyayê re biaxive.

Serepeyv