Îlon 27, 2021 10:20 Asia/Tehran
  • Babacan: Danîna qeyûman li bajarên piranî Kurd nîşan dide ku pirsa Kurd heye

Serokê Giştî yê Partiya Demokrasî û Pêşkeftinê (DEVA) Ali Babacan rexneyên tund li Serokomarê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan girtin û got ku deshilata niha pirsgirêka wê ya neqebûlkirina pirsgirêkan heye. Babacan herwiha got: “Eger desthilat dixwaze bizane pirsa Kurd heye yan na, divê ji Kurdên vî welatî pirsyar bike. Eger li wan bajarên piranî Kurd in serokên şaredariyan bên dûrxistin û qeyûm li şûna wan bê danîn wate meseleyek heye.”

Serokê Giştî yê DEVAyê Ali Babacan li Stenbolê di kongreya partiya xwe de gotarek pêşkêş kir û tê de behsa pirsa Kurd kir û di vê mijarê de jî rexneyên tund li Erdogan girtin.

Ali Babacan diyar kir ku deshilata niha ya Tirkiyê pirsgirêka wê ya neqebûlkirina pirsgirêkan heye û got: “Bo wêya bizanî pirsa Kurd heye yan na pêwîst nake falan vekî. Berê jî min gotiye eger desthilat dixwaze bizane pirsa Kurd heye yan na, divê ji Kurdên vî welatî pirsyar bike. Min got hun ji wan bipirsin. Bahçelî ku şirîkê krîzan e, car car vê axaftinê dike. Bila biçe ser cade û kolanên Şemdînlî û li wir bigere. Bila di wê cadeya tejî kasibkar-esnaf a Baxlarê re derbas bibe. Vêca li nav bazara Cizîrê bigere. Piştre bila vegere Enqerê, heman axaftina xwe dubare bike û bibêje tiştek bi navê pirsa Kurd nîne. Birêz Bahçelî Tirkiye êdî ji wî zimanê te yê tejî kîn û nefret bêzar bûye. Eger li şûna lîstikên zarokan panzer bigere, wate pirsa Kurd heye. Eger li wan bajarên piranî Kurd in serokên şaredariyan bên dûrxistin û qeyûm li şûna wan bê danîn wate meseleyek heye.”

Babacan bal kişand ser pirsa ziman û mamosteyên Kurd û got: “Eger di 2021ê de hê jî zimanê dayîkê cihê nîqaş û gotûbêjê be, eger salane tenê çend mamostayên zimanê Kurdî bên damezrandin, ku wiha bizanim 2020an tenê yek û îsal jî du mamosta her hewqas e. Eger li Tirkiyê Wezareta Navxwe di rûbirûbûna tundûtûjiya li himber jinan de eplîkeyşinekê çêbike ku 5 zimanê biyanî têde ne û zimanê Kurdî nîne ku duyemîn zimanê Tirkiyê ye û zêdetirîn kes pê diaxifin, wate di vir de pirsgirêk heye. Eger hun nav li wê pirsê nekin nikarin çareser bikin. Navê vê pirsê pirsa Kurd e hevalno. Cihê çareseriya vê pirsê jî siyaseta rewa ye.”

Serepeyv