PKK: Li Avaşînê 3 şervan di êrişên bi çekên kîmyawî de hatin kuştin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i329023-pkk_li_avaşînê_3_şervan_di_êrişên_bi_çekên_kîmyawî_de_hatin_kuştin
PKK’ê nasnamên 3 şervanên xwe ku li Avaşînê di encama êrişên bi çekên kîmyawî yên Artêşa Tirkiyê de hatine kuştin, eşkere kir.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Îlon 24, 2021 16:40 Asia/Tehran
  • PKK: Li Avaşînê 3 şervan di êrişên bi çekên kîmyawî de hatin kuştin

PKK’ê nasnamên 3 şervanên xwe ku li Avaşînê di encama êrişên bi çekên kîmyawî yên Artêşa Tirkiyê de hatine kuştin, eşkere kir.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Hêzên PKKê nasnama 3 şervanên ku bi çekên kîmyewî yên dewleta Tirkiyê hatine kuştin, eşkere kir.

Hêzên PKKê di daxuyaniya xwe ya  15 Îlona 2021 de diyar kiriye ku 3’ê Îlonê artêşa Tirkiyê ji ber ku nekarî li pêşberî berxwedana şervanên wê bigihêje hedefên xwe di bê dengiya civaka cîhanî de li qada Girê Sor serî li rê û rêbazên dijî mirovahiyê da,û gazên kîmyewî bi kar anî û di vê êrişê de 3 şervanan jiyana xwe ji dest dan.

Ji aliyê din ve ajansa nûçeyan a dewleta Tirk, Anadoluyê, ragihand ku Wezareta Berevaniya Neteweyî ya Tirkiyê bi weşandina daxuyaniyekê diyar kiriye ku du endamên PKKê li herêma Matîna ya bakurê Iraqê hatin kuştin.