Îlon 24, 2021 11:34 Asia/Tehran
  • Intelligenece: Serokên Îstixbaratên Tirkiye û Sûriyê li Bexdayê dicivin

Rojnama L'Intelligence ya Fransî ragihand, ku Serokê Istixbaratê Tirkiyê (MIT) Hakan Fîdan û Serokê Istixbarata Sûriyê Elî Memlûk tê çavrêkirin dawiya vê mehê li Bexdaya paytexta Iraqê bicivin.

Li gor rojnama Fransî, di hevdîtina serokên Istxbaratên Tirkiyê û Sûriyê de, dê mijarên koçberan, Kurd û rewşa Idlibê bi navbênkariya Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî bên gotûbêjkirin.

Berpirsekî Tirkiyê yê peywendîdar bi civîna herdû aliyan tekez kir, ku ev hevdîtina dîrokî wê bibe xaleke guherîna peywendiyan di navabera Tirkiyê û Sûriyê de li Bexdayê.

Berî hefteyekê jî, rojnama `Tirkiye` ragihandibû ku Hakan  Fîdan û Elî Memlûk di demeke nêzîk de bo gotûbêjkirina mijarên koçberan, Idlib û PKKê dicivin. 

Her du berpirsên îstixbarata Tirkiyê û Sûriyê her dawî di Çileya sala 2020ê de li Moskowê civiyabûn.

Serepeyv