Îlon 23, 2021 22:47 Asia/Tehran
  • Ferhat Encu: Savci Sayan gef li min xwar

Parlamenterê berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ferhat Encu li ser parvekirinên derbarê wî de li Şaredarê Agiriyê yê AKPê Savci Sayan gilî tomar kir. Ferhat Encu got: ”Piştî gefên wî, min îro bi riya parêzerê xwe li dozgeriyê li dijî Savci Sayan gilî tomar kir.”

Nîqaşên li ser diyarkirina muxetabê pirsa Kurd ev çend roj in li Tirkiyê û Kurdistana vî welatî yek ji mijarên sereke yên rojevê ye.

Li ser vê yekê nîqaş di navbera çendîn siyasetmedaran de derdikevin. Herî dawî yek ji wan nîqaşan 22ê Îlonê li ser Twiterê di navbera parlamenterê berê yê HDPê yê Şirnexê Ferhat Encu û Şaredarê AKPê yê Agiriyê Savci Sayan de derket.

Sayan roja 22ê Îlonê  derbarê mijara muxatabê “Pirsa Kurd” li ser hesaba xwe ya Twiterê amaje bi wê dabû ku muxatabên sereke yên Pirsa Kurd ew in û gotibû, ”Yek dibêje muxatab Qendîl e, yê din dibêje Îmralî û HDP, lê muxatabê sereke kurdên wek me ne ku ev 40 sal in ji bo yekitiya welat û biratiyê, li dijî zilma Îmralî û HDPê têkoşînê dikin. Kesê bi aqil be li ti muxatabek din nagere. Kesên ku hizreke wan a dijî vê yekê hene, dixwazin Kurdan biavêjin agir û welat jî bikin Sûriye.”

Parlamenterê HDPê Ferhat Encu jî li ser hesaba xwe yê Twiterê bersiva wê peyama şaredarê Agiriyê da û got, “ Muxatabbûna te radestbûn û îtaetkirin e. Tu kesekî, ku te dev ji nasnama xwe berdaye û tenê ji bo ku bijî jiyan tercîh kiriye.”

Di bersiva Ferhat Encu de Savci Sayan sivkayetî bi parlamenterê berê yê HDPê kir û got, “Ez hewl didim ji bo çand, ziman, ax û welatê xwe xizmetê bikim. Tu li ku yî? Te gulla keleşê layîqî ciwanên kurdan dît û malên ji keştiyan layîqî xwe dîtin" û herwiha gef li Encu xwar, "Ezê zimanê te bibirim.”

Serepeyv