Îlon 23, 2021 09:17 Asia/Tehran
  • Li Tirkiyê, HDPê derbarê qeyûman de raportek amade kir

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li Diyarbekir derbarê kiryarên qeyûman de raportek amade kir û hat amajekirin ku pergala qeyûman ji bo bişaftina Kurdan û têkbirina destkeftiyên Kurdan wek amûrekê hatiye bikaranîn.

Lijneya Rêveberiyên Herêmî ya HDPê li Diyarbekirê bi beşdariya hevserokên berê yên şaredariyan ku şûna wan qeyûm hatibûn tayînkirin raportek derbarê kiriyarên qeyûman de pêşkêş kir.

Raport ji aliyê Hevserokê Berê yê Batmanê yê şûna wî qeyûm hatibû tayînkirin Mehmet Demîr ve hat pêşkêşkirin. Di raportê de bal tê kêşan ku pergala qeyûmtiyê bi taybetî ji bo bişaftina Kurdan û têkbirina destkeftiyên Kurdan wek amûrekê hatiye bikaranîn û herwiha li dijî jinan û li dijî xwezayê jî hatiye bikaranîn.

Di raportê de tê amajekirin ku qeyûman di cîhanê de mezintirîn şêlandin pêk anîne ku di dîroka cîhanê de şêlandina herî mezin wek şêlandina Qusay Huseynê kurê Sedam Huseynê ku beriya mudaxaleya Amerîka ji Banqeya Navendî 1 milyar dolar rakiribû tê qebûlkirin; lê qeyûman ji vê jî zêdetir şêlandin kirine û bajar şêlandine.

Hevseroka Berê ya Şaredariya Sûrê Fîlîz Buluttekîn jî got çavkanî, derfet û pereyên şaredariyan ji dêvla ku ji bo xizmeta gel werin bikaranîn, ji bo polîtîkayên ewlekariyê hatine bikaranîn û avahiyên şaredariyan jî ji bo saziyên derveyî şaredariyan hatine dayîn.

Lijneya Rêveberiyên Herêmî ya HDPê dibêje pergala qeyûman bo MHP û AKPê bûye riya îstîxdamê.

Serepeyv