Rûsyayê bersivek tund da Tirkiyê
Berdevka Wezareta Derve ya Rûsyayê KiriZakharova bersiva daxuyaniya Berdevka Wezareta Derve ya Tirkiyê, Tanju Bilgiç a derbarê hilbijartinên Dûmayê li nîvgirava Kirîmê da.
Mariya Zakharova got, “Tirkiye baş dizane ku Kirim parçeyek serwer a Federasyona Rûsyayê ye.”
Zaxarova da zanîn ku “Tirkiye pir baş dizane ku em ti carî daxuyaniyên weha paşguh nakin.”
Diplomata Rûs herwiha diyar kir, “Ger ew ji bihîstina bertek, dilgiranî û nerazîbûnên pêwendîdar ên Moskowê bêzar nebûne, ev tê vê wateyê ku ew mirovên bîhnfireh in, lê ev yek nagihêje tu encaman, ji xeynî wê ku em ji xwe re encamên guncan jê derxînin, û ew encam jî tu feydeyê nade peywendiyên dualî.”
Berdevka Wezareta Derve ya Tirkiyê, Tanju Bilgiç roja Duşemê 20 Îlonê di derbarê lidarxistina hilbijartinên Dûmaya Rûsyayê li Kirimê daxuyaniyek da û ragihand, li gor Enqerê ew pêngava Rûsyayê li Kirimê ne rewa ye.
Di daxuyaniyê de tê gotin ku encamên hilbijartinên Dûmaya Dewletê yên li Kirimê, ku di navbera 17-19ê Îlonê birêve çûne, “ji bo Tirkiyê ti hêza wan a yasayî nîne.”
Li Rûsyayê di 17 ta 19 Îlonê de bo dema 3 rojan hilbijartinên Dûmayê û parlamentên herêmî hatin lidarxistin.
Li gor encamên destpêkê, partiya desthilatdar a Rûsyaya Yekgirtî, kariye zêdetir ji %41ê dengan bi dest bîne.