Îlon 21, 2021 09:43 Asia/Tehran
  • Parlamentera berê ya HDPê hat berdan

Parlamentera berê ya HDPê ya Sêrtê Xedîce Kocaman ku eva nêzîkî 9 mehan e hatibû girtin, duh hat berdan.

Parlamentera berê ya Partiya Demokratîka Gelan (HDP) ya Sêrtê Xedîce Kocaman 20ê Çileya 2021ê bi îdiaya “endamtiya rêxstinê” hatibû desteserkirin. Duh 20ê Îlona 2021ê runiştina doza wê li Dadgeha 9emîn a Cezayên Giran a Amedê birêveçû.

Xedîce Kocaman ji Girtîgeha Girtî ya Jinan a Amedê bi rêya sîstema deng û reng (SEGBİS) beşdarî dozê bû.

Kocaman di dozê de amaje bi wê da ku çalakiyên wê encam dane, di çarçoveya karûxebatên wê yên siyasî de bûne û ji ber vê yekê ji dadgehê xwest ku demê wê girtîgehê jî li ber çavan bê girtin û bê berdan.

 Dadgehê dema Kocaman ya di girtîgehê de li ber çavan girt û biryara azadkirina wê da.

Serepeyv