Îlon 20, 2021 20:14 Asia/Tehran
  • Pênc endamên PKKê li Tirkiyê hatin girtin

Hêzên ewlehiyê yên Tirkiyê di operasiyonekê da pênc endamên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) li vî welatî girtin.

Li gorî rapera TRT'yê, Wezareta karên hundir a Tirkiyê ragihand ku hejmara endamên PKKê ku îsal hatine girtin gihîşte 151 kesî.

Li gorî vê raporê, endamên girtî yên PKKê pêştir ji vê yekê li Iraq û Sûriyê li dijî artêşa Tirkiyê şer kirine.

Partiya Karkerên Kurdistana Tirkiyê (PKK) komeke çekdar li Kurdistana vî welatî ye ku ji sala 1984an va dijî dewleta Tirkiyê şer dike.

Ev kom ji aliyê dewleta Tirkiyê va wek koma terorîstî hatiye naskirin.

 

 

Serepeyv