Îlon 17, 2021 08:56 Asia/Tehran
  • Baroya Amedê li ser gotinên Davutoglu daxwazek pêşkêşî dadgehê kir

Baroya Amedê û malbata Tahir Êlçî li ser gotinên Ahmet Davutoglu ku ji Rûdawê re gotibû, `Tahir Êlçî bû qurbaniyê suîkasteke siyasî`, daxwaznameyek pêşkêşî dadgehê kirin û tê de xwestin ku di runiştina doza Tahir Elçî de li serokwezîrê wê demê Ahmet Davutoglu jî bê guhdarkirin.

Roja 12ê Îlonê Serokê Partiya Pêşerojê  Ahmet Davutoglu  serdana parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê kiribû û li wê derê derbarê kuştina Tahir Êlçî de li ser pirsa peyamnêrê Rûdawê gotibû, “Tahir Elçî bû qurbaniyê suîkasteke siyasî”. 

Li ser van gotinên Ahmet Davutoglu ji bo ku di doza Tahir Êlçî  de lê bê guhdarkirin, malbata Elçî û Baroya Amedê ji daxwaznameyek pêşkêşî Dadgeha 10emîn ya Cezayê Giran a Amedê kirin.

Baroya Amedê û malbata Elçî di daxwaznameya xwe ya bo dadgehê de amaje bi wê dan ku Ahmet Davutoglu roja 12ê Îlonê serdana baroya wan kiriye û di wê serdana xwe de derbarê kuştina Tahir Elçî de hinek agahî dane û bi vê sedemê xwestin ku di runiştina dozê de li Ahmet Davutoglu jî bê guhdarkirin.

Di daxwaznemeyê de tê gotin: “Di civîna ku ligel serokê baroya me û endamên rêveberiyê de pêk hatiye  derbare gotina xwe ya `Tahir Elçî bû qurbaniyê suîkasteke siyasî`dubare kiriye û eşkere kiriye ku bi wê suîkastê jî proseyek zehmet û tarî destpê kiriye. Me weke serokatiya Baroyê bi bîr xist ku divê ew weke serokê wê serdemê berpirsyariya xwe bicih bîne û me jê xwest, agahiyên ku di dosyeyê de nînin bi raya giştî re parve bike. Wî bixwe jî amaje bi wê da ku di wê serdemê de di nava dewletê de hinek alî hebûn ku dixwestin  atmosfera salên 1990ê cardin vegerînin Tirkiyê û ji bo ronîkirina vê bûyerê jî wî talîmat dane. Davutoglu gotiye ew dê derbarê ronkirina vê suîkastê yê serdema serokweziriya wî de alîkariyên pêwîst bike, lê ew nikare derbarê proseya piştî serokwezîriya wî de ti tiştekî bibêje.”

Roja 28ê Mijdara 2015an Serokê Baroya Amedê Tahir Elçî dema li navçeya Sûrê ya Amedê daxuyaniyek dida çapemeniyê li kêleka Minareya Çar Ling rastî êrîşeke çekdarî hat û canê xwe ji dest da.

Serepeyv