Îlon 15, 2021 00:02 Asia/Tehran
  • PKKê ragihand ku du rêvebirên wê yên berê jiyana xwe ji dest dane

PKKê ragihand ku 2 rêvebirên wê yên berê li Kurdistana Sûriyê ji ber nexweşiyan jiyana xwe ji dest dane.

 PKKê di derbarê 2 rêvebirên xwe yên berê de daxuyaniyek belav kir û tê de diyar kir ku Îrfan Guler bi nasnavê Adil Urfa û Saît Uçlu bi nasnavê Ferat ji bo “romana şoreşê binivîsînin” derbasî Kurdistana Sûriyê bûne.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku Îrfan Guler di 14ê Adara 2021an de û Saît Uçlu jî di 29ê Adara 2021an de ji ber nexweşiyê jiyana xwe ji dest dane.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin Îrfan Guler ji damezirandinê ve li Siwêrekê tevlî PKKê bûye, heta sala 1980an di komîteya PKKê de erka sekreteriyê meşandiye, di dema darbeya 12 Îlona 1980an ketiye girtîgehê û di sala 2000î de serbest hatiye berdan.

Di heman daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku Saît Uçlu jî di sala 1977an de li Dîlokê tevlî PKKê bûye, piştî darbeya 12ê Îlonê li navçeya Curnê Reş ya Rihayê rêvebirtî kiriye, paşê hatiye girtin û 20 sal di girtîgehê de may.

Li gorî dxuyaniyê Îrfan Guler û Saît Uçlu piştî ku girtîgehê der tên vedigerin nav PKKê û li çiya çalakiyên xwe meşandine.

Serepeyv