PKKê: Li Avaşîn û Metîna 9 leşkerên Tirkiyê hatin kuştin
PKKê kuştina 9 leşkerên artêşa Tirkiyê li Herêma Kurdistanê ragihand. Li gor Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê jî, di êrişên hêzên wan de 11 şervanên PKKê jiyana xwe ji dest dane.
Navenda Ragihandinê ya PKKê di daxuyaniyekê de dibêje, di rojên 11-12ê Îlona 2021ê de şervanên wan li deverên Avaşîn û Metîna li Herêma Kurdistanê êrîş birin ser bingehên serbazî yên artêşa Tirkiyê û 9 leşker kuştin.
Li gor vê daxuyaniyê, şervanan saet 08:30,11ê Îlonê li navça Avaşîn li sînorê Amêdiyê sengerekî artêşa Tirkiyê kirine armanc û 4 leşkerên tê de kuştin. Wek di daxuyaniyê de tê gotin, saet 03:30ê roja 12ê Îlonê jî li devera Metîna ji du aliyan ve êrîşî bingehekî serbazî yê artêşa Tirkiyê kirine û 5 leşker hatine kuştin.
Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê jî roja 12ê Îlonê belav kir ku di êrîşeke şervanên PKKê de li navça operasyona bi navê “Pence-Brûsk”, leşkerekî wan hatiye kuştin û serbazekî din jî birîndar bûye.
Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê 11ê Îlonê jî ragihandibû ku 11 şervanên PKKê di du êrîşên esmanî yên cuda de li Herêma Kurdistanê canê xwe ji dest dane.
Artêşa Tirkiyê roja 15ê Hezîrana 2020an bi riya hêzên esmanî operasyona bi navê Pence-Baz, roja 17ê Hezîranê jî hêzên bejayî operasyona bi navê Pence-Piling û di dawiya Nîsana 2021ê de jî operasyona bi navê Pence-Birûsk li Başûrê Kurdistanê da destpêkirin.
PKKê dibêje ku di van operasiyonên artêşa Tirkiyê de pêşmergeyên PDKê ji babeta îstxbaratî û carna jî bi êrişên sabotaj li dijî PKKê alîkariya artêşa Tirkiyê diken û herî dawiyê 7 şervanên PKKê kuştin.