Agir bi daristanên Çiyayê Cudî ket
Li Çiyayê Cudî ser bi parêzgeha Şirnexê ya Tirkiyê agir bi daristanê ket. Herwiha agirê daristanên navçeya Bestayê jî nehatiye kontrolkirin
Li gorî nûçeya Rûdawê, Li gor çavkaniyên xwecihî, agir derengê şeva Duşembê 6ê Îlonê li nêzîkê gundê Sipîndarokê derketiye, lê ti hewldanek bo kontrolkirina agir nîne.
Sedema derketina agir nayê zanîn û ji ber bayê zêde agir berbelav dibe. Li aliyekî din li 10 cihên daristanên navçeya Bestayê ya Şirnexê ku çend roj e agir derketiye.
Li gor agahiyên hatine belavkirin, ti hewldanek nîne bo vemirandina wan agiran û her ku diçe zêdetir berbelav dibin.
Zêdetirî mehekê ye li Tirkiyê li gelek bajar û bajarokan agir bi daristanan dikeve û dibe sedema zirareke mezin.
Heta niha jî li bajarên Tirkiyê wek Colemêrg, Dêrsim agirên daristanan ku berdewam dikin heye.