Şerên giran navbera artêşa Tirkiyê û PKKê li Avaşînê
Şer û pevçûnên di navbera PKK û artêşa Tirkiyê de berdewam in. PKKê kuştina 5 serbazên Tirkiyê li Avaşînê û nasnama 2 şervanan ragihand û Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê jî dibêje, li Gare 7 şervanên PKKê di êrişên wan de jiyana xwe ji dest dane.
PKKê derbarê şer û pevçûnên li gel artêşa Tirkiyê yên duh 3ê Îlonê daxuyaniyek nivîsî da û tê de ragihand ku şervanên wê saet 08.50 li qontarên herêma Werxelê ya Avaşînê yekîneyeke artêşa Tirkiyê “kontrol kir û ji du baskan ve êrişî ser wê kir.
Li gor wê daxuyaniyê, baskê yekem ê şervanên PKKê “ji nêzîk ve li 2 çeperên leşkeran da” û di encamê de 5 leşker hatin kuştin û 2 çeper hatin jinavbirin.
Her li gor daxuyaniyê, baskê duyem ê şervanan jî ji nêzîk ve li leşkerên Tirkiyê da, lê encama wê nehatiye zelalkirin.
PKK dibêje, artêşa Tirkiyê heman rojê (3ê Îlonê) “14 caran bi teqemenî, gaza jehrî û çekên giran qada Werxelê” bombebaran kir, lê tekez dike ku leşkerên Tirkiyê “derbên giran xwarin û nekarîn bikevin” herêmê.
PKKê derbarê şerekî li herêma Serhedê ya kurdistana Tirkiyê jî daxuyaniyek da û nasnama 2 gerîlayan eşkere kir ku di êrişên artêşa Tirkiyê de jiyana xwe ji dest dane.
Ji aliyê din ve Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê jî derbarê şer û pevçûnan de daxuyaniyek belav kir û tê de ragihand ku di encama êrişên asmanî de li herêma Gare, 7 şervanênên PKKê jiyana xwe ji dest dane.
Di vê navberê de PKKê dibêje ku komek 7 kesî ya şervanên wê li derdora herêma Xelîfan, dema hewl daye ji Çemê Zê (Zap) derbas bibin, ketine kemîna hêzên PDK’ê û bi êrîşê re rû bi rû mane û her heft şervan hatine kuştin.