HPG: Li Tendurekê 10 leşkerên Tirkiyê hatin kuştin
HPG dibêje, li herêma Tendureka Agiriyê 10 leşkerên Tirkiyê hatin kuştin. Li gor Wezareta Berevaniya Tirkiyê jî roja 30ê Tebaxê, 12 hêzên PKKê di êrişên hêzên wan de jiyana xwe ji dest da.
Li gorî nûçeya Rûdawê, Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Hêzên Parastina Gel (HPG) derbarê şer û pevçûnên li gel artêşa Tirkiyê daxuyaniyek belav kir.
Li gor daxuyaniya HPGê, roja 29ê Tîrmehê, artêşa Tirkiyê li derdora gundê Navrê yê li herêma Tendureka ser bi Bazîdê ve li parêzgeha Agiriyê, dest bi operasyonekê kir.
HPG dibêje, demjimêr 02.30 yekîneyeke artêşa Tirkiyê li wê herêma navborî bû armanca hêzên wan û “ji nêzîk ve li wan hat xistin” û di encamê de 2 çawişên pispor hatin kuştin.
Her di wê daxuyaniyê de hatiye diyarkirin, piştî vê yekê, artêşa Tirkiyê bi wesayîtên zirxî hêz veguhast wê herêmê û yek ji wan wesayîtan wergeriya û di encamê de 8 leşker hatin kuştin.
HPG dibêje, artêşa Tirkiyê ku “derbeke giran xwar, 1ê Tebaxê neçar ma ku hêzên xwe ji herêmê vekişîne.”
Herwiha HPG diyar dike, 1ê Îlonê li herêma Avaşîn û Cîloyê Biçûk, hêzên wan li leşkerên Tirkiyê dan û hêzên Tirkiyê “neçar man ku ji herêma Cîloyê Biçûk vekişin.”
Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyê jî derbarê şer û pevçûnên li gel hêzên PKKê daxuyaniyek belav kiribû.
Li gor wê daxuyaniyê, roja 30 Tebaxê, di encama êrişên hêzên wan de li nav axa Herêma Kurdistana Iraqê, bi giştî 12 hêzên PKKê hatin kuştin.