Pervin Buldan: Pirsgirêka Kurd a hemû kesên xwedî wijdan e
Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervin Buldan, ragihand ku pirsgirêka Kurd û pirsgirêka aştiyê tenê ne ya HDP ne û ew pirsgirêka hemû kesên xwedî wijdan e.
Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) bi helkefta 1ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanî li Wanê “mitînga aştiyê” li dar xistin.
Hevseroka Giştî ya HDPê Pervin Buldan, di axaftina xwe de bal kişande ser aştiyê û 1ê Îlonê li gelan pîroz kir.
Pervin Buldan got: “Çi dibe bila bibe, em dê li her qadê li dijî şer, di aştiyê de israr bikin. Ji ber ku em dizanin kesên vî welatî bi rêve dibin, dijminê Kurd, jin, Elewî, Sunne, Ermen û Suryaniya ne. Yên li dijî van têdikoşin, hevalên me yên ji bo aştî û demokrasiyê têdikoşin niha di girtîgehan de ne. Em aştiyê dixwazin û em di vê daxwaza xwe israr dikin.”
Pervin Buldan herwiha got: “Dema ku aştî were vî welatî em dizanin ku dê tecrîd jî rabin û azadî jî hebin. Selahattin Demirtaş, Figen, Gultan û Sebahat jî dê derkevin. Ji ber vê em dev ji aştiyê bernadin, em dev ji siyaseta xwe ya aşitiyê bernadin. Ji ber vê yekê jî em ji bo çareseriya pirsgirêka kurd rêyên demokratîk destnîşan dikin. Pirsgirêka kurd û pirsgirêka aştiyê tenê ne ya HDP ne. Pirsgirêka hemû kesên xwedî wijdan e. Çaresernekirina pirsgirêka kurd dibe sedema mexdûriyeta 83 milyonan. Ji ber wê dem hatiye em ji bo aştî û çareseriyê biqîrin û daxwaza çareseriya pirsgirêka kurd bi rêyên demokratîk bikin.”