Îlon 02, 2021 10:54 Asia/Tehran
  • Erdogan: Em amadekariyan bo destûra nû dikin

Serokkomarê Tirkiyê duh li Enqerê di daxuyaniyekê de li ser destûra nû ya Tirkiyê axivî û got, “Em dê di mehên destpêkê yên sala pêş me de, amadekariyên xwe yên derbarê destûra nû de pêşkêşî miletê xwe bikin.”

Serokkomarê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan duh 1ê Îlona 2021ê piştî vekirina avahiya nû ya xizmetguzariyê  ya Dadgeha Bilind (Yargitay) li Enqerê gotarek pêşkêş kir.  

Erdogan di gotara xwe de amaje bi wê kir ku ew li ser paketeke nû ya darazê dixebitin û got, "Em dê di sala nû ya edlî de,  ji bo sivikkirina barê saziya me ya dadê û miletê me, li ser reformên xwe yên darazê berdewam bin. ”

Serokkomarê Tirkiyê herwiha destnîşan kir ku ew ligel şirîka xwe ya desthilatê MHPê amadekariyan, ji bo reşnivîsa destûra nû dikin û got. “Em dê di mehên destpêkê yên sala pêşiya me de, amadekariyên xwe yên  derbarê destûra nû pêşkêşî miletê xwe bikin.”

Erdogan herwiha got: Em li benda wê yekê ne ku partiyên din jî di mehên pêşiya me de  reşnivîsên xwe yên li ser   destûrê eşkere bikin. Eger gotûbêj li ser van reşnîvîsan bên kirin û reşnivîseke hevpar bê amadekirin, ev yek  dê  ji bo Tirkiyê bibe qezenceke mezin. Di vî halî de Erdogan îdia kir ku tecrûbeyên me yên berê û helwestên niha yên  derbarê vê mijarê de tên pêşanda, gelek hêviyê nade me. 

Serepeyv