Îlon 01, 2021 14:51 Asia/Tehran
  •  Tirkiye; Li 4 herêmên kurdnişîn daristan dişewitin

Şewatên daristanan ên li Dersim, Çewlik, Bedlîs û Şirnexê didomin. Li bajarên ku derveyî Çewlikê, mudaxaleya hewayî lê wan nayê kirin, welatî ligel tîmên agirkujiyê bi derfetên xwe hewl didin şewatê vemirînin.

Li gorî rapora ajansa Mezopotamyayê (MA), Li Dersim, Çewlik, Bedlîs û Şirnexê bi rojan e daristan dişewitin. Ji ber ku li hin cihan mudaxaleyî şewatên daristanan nayê kirin, şewat her ku diçin belav dibin. 

LI DERSIMÊ 3 CIHÊN CUDA ŞEWAT DIDOME 

Şewatên daristanan ku li 3 herêmên cuda yên Dersimê derketine her ku diçe belav dibin. Şewata ku di encama operasyona eskerî de di 17’ê tebaxê de li çoltera navçeya Xozatê derket, belavî gundên girêdayî navçeya Pulurê bûye. Roja ewil tîmên agirkujiyê yên Şaredariya Dersîmê, rêxistinên sivîl ên civakî yên li bajêr û welatiyên ku xwestin biçin mudaxaleyî şewatê bikin hatin

astengkirin û destûr nehat dayîn ku biçin herêma şewatê. Ji ber vê yekê şewata ku qadeke bi hezaran hektaran şewitand, di encama bertekan de piştî 13 rojan mudaxale lê hat kirin. Şewata ku 15 roj in didome, zîndewarên di daristanê de jî tune kirin.   

Hêj şewatên li navçeya Xozatê nehatin vemirandin, di 29’ê tebaxê de li Firtina Velî Çeşmesî ya li Geliyê Mûnzûr û Çemê Roj ê li Geliyê Pilemuriyeyê dest pê kirin û didomin. Şewata ku tenê tîmên agirkujiyê yên Şaredariya Dersîmê û welatî mudaxale dikin, bi bandora bayê li qadeke fireh belav bûye. 

Heta niha tu mudaxale li şewata Geliyê Pilemûriyeyê ya di 29 tebaxê de dest pê kiriye nehatiye kirin. Şewata ku tê diyar kirin piştî bombekirina eskeran a herêmê dest pê kiriye, didome. 

ÇEWLIK

  Şewata ku di 29’ê tebaxê de li gundikê Xarsak a girêdayî gundê Conag ê navçeya Korxol a Çewligê derket hêj nehatiye kontrolkirin. Şewata ku hat îdiakirin ji ber xeta voltaja bilind, derketiye, ji ber li herêmeke çiyayî ye dereng mudaxale lê hat kirin. Ji ber vê yekê ewilî welatiyan mudaxaleya şewata li herêmeke berfireh belav bû kir. Duh şev helîkopter jî tevlî xebatên vemirandinê yên ji bejahî ve tên kirin bû. 3 helîkopterên çûn herêmê ji hewayî ve mudaxale kir. Lê piştî saetekê şunde hêj agir nehat vemirandin helîkopter ji herêmê veqetiyan. 

Welatiyên ku bertek nîşanî vê yekê dan, bi derfetên xwe berdewama mudaxaleya şewatê kirin. Di saetên serê sibê de berdewamî mudaxaleya şewata bi şev berdewam kir û bi bandora bayî belavî qadeke mezin bûyî hat kirin. Di xebatên vemirandinê de helîkopterekê jî cih girt. Lê ligel mudaxaleyan jî hêj şewat nexistine bin kontrolê. 

LI BEDLISÊ ŞEWAT MEZIN DIBE

 Li Bedlîsê jî şewata ku duh li herêma Ava Weqfê di dora saet 10.00’an de derket hêj nehatiye kontrol kirin. Ligel xebatan jî şewatê beşeke mezin a qada daristanê şewitand. Xebatkarê Miduriyeta Herêmê ya Daristanê yê di xebatên vemirandinê de cih digire diyar kir ku di mudaxalekirinê de kêm dimînin. Xebatkarî, bi lêv kir ku divê bi lezgînî ji hewayî ve mudaxale bê kirin û bang li gel kir ku tevlî xebatên vemirandinê bibin.

Xwediyê Ava Weqfê Omer Barîn jî diyar kir ku şewata duh dest pê kir bi derfên xwe mudaxale kirin û hinek xist bin kontrola xwe lê serê sibê careke din şewat mezin bû. Barîn, ji ber kêmbûna xebatên vemirdandinê banga piştevaniya bil ez li rayedaran kir.

 LI ŞIRNEXÊ XEBATÊN VEMIRANDINÊ HATIN ASTENGKIRIN

 Li Şirnexê şewatên ku li du herêmên cuda derketin didome. Li qada Qurta Xanê ya girêdayî Herêma Bestayê ya Şirnexê, şewata ku di 29’ê tebaxê de dest pê kir didome. Şewata ku tê diyarkirin eskerên derketine operasyonê derxistiye, tu mudaxale nayê kirin û eskeran bi hêceta ku “herêma qedexe ye” welatiyên ku ji bo vemirandina şewatê xwestin biçin herêmê asteng kirin.

 Di heman demê şewata li herêma Girêbestkê derketibû didome. 

Li aliyê din, şewata ku di encama bombebarana helîkopteran de, berî 5 rojan li gundê Mêhrîna ya ku girêdayî herêma Bestayê rû da jî, xwe bi xwe vemiriye. 

 

 

Serepeyv