Îlon 01, 2021 11:23 Asia/Tehran
  •  Tirkiye; Şewata li Geliyê Mûnzûrê berbelav dibe

Şewata daristanan ku li Geliyê Mûnzûrê dest pê kir, rexmî mudaxaleya tîmên şaredariyê û niştecihên herêmê jî nayê vemirandin û berbelav dibe.

Li gorî nûçeya ajansa Mezopotamyayê (MA), Şewata daristanan ku di 17'ê tebaxê de li Dersimê dest pê kir, didome. Li navçeya Xozatê, piştî şewata ku li Çemê Roj ê Geliyê Pilemûriyeyê dest pê kir li Kaniya Firtina Welî ya li Geliyê Mûnzûrê jî şewat derket. Rexmî mudaxaleya niştecihên herêmê û tîmên agirkujiyê yên Şaredariya Dersimê jî şewata li herêmê nayê vemirandin.   

GELÎ DI BIN DÛMANÊ DE MAYE

 Bi bayê re şewata li gelî berbelav dibe. Ji ber şewatê gelî di bin dûmanê de maye. Îro serê sibehê komeke ji 60 kesî pêk dihat çû herêma şewatê. Li herêma agirê, kom ji hev belav bû û bi tîmên agirkujiyê re mudaxaleyî agir kirin. Di saetên serê sibehê de helîkopterekê jî mudaxaleyî agir kir. Welatiyên ku ji Xozatê hatin herêma şewatê jî tevlî xebatên vemirandinê bûn.

 

 

Serepeyv