Tebax 31, 2021 15:38 Asia/Tehran
  •   Demirtaş: Bi zanebûn daristanên Dêrsimê têne şewitandin

Hevserokê berê yê HDPê Selahattin Demirtaş derbarê agirê li darîstanên parêzgeha Dêrsimê de ragihand ku şewata daristanan bi zanebûn hatiye destpêkirin û sedema ku nayên vemirandin ne kêmasiya teknîkî ye.

Li gorî nûçeya Rûdawê, Hevserokê berê yê HDPê Selahattin Demirtaş ku niha di Girtîgeha Edirneyê de girtî ye derbarê agirê daristanên Dêrsimê ku ev 14 roj in berdewam e û “nayên vemirandin” li medya civakî peyamek parvekir.

Demirtaş di peyama xwe de dibêje ku sedema ne vemirandina agirê li Dêrsimê ne kêmasiyên teknîkî ne û dibêje ev encama polîtîkaya fermî ye ku bi dehan sal e bi zanebûn û fermî tên birêveçûn.

Demirtaş peyama xwe bi vî awayî rêz kir:

“Sedema venemirandina agirê li Dêrsimê ne kêmasiyên teknîkî ne. Piranî daristanên herêmê bi zanebûn tên şewitandin û rê nadin ku kes midexele jî bike. Ev encama polîtîkaya fermî ye ku deh salane bi zanebûn tên birêveçûn.

Vê rastiyê hemû kes dizane lê mixabin kes bi wêrekî nikare bîne ziman. Di 1938an de Dêrsim bi kîjan hincetê hate bombebaran kirin, îro daristan jî bi heman hincetê tên şewitandin.

Wek çawa dilê min ligel Milas, Marmaris û Manavgatê  bû, niha jî dilê min ligel Dêrsim, Elbak û Şemzînanê ye ku di karesatan de jî cûdakarî li wan tê kirin.

Em dê dawî li van polîtîkayên ku welat û gel cûda dikin bînin. Ji bo vê yekê jî divê hemû kesên ku demokrasî û aştiyê dixwazin dest bidin hev û bibin yek.

Manavgat çiqas ya me hemûyan be Dersîm jî ya me hemûyan e. Heta em vê ferasetê li Tirkiyê cîbicî nekin, nikarin behsa wekheviyê, edaletê û aştiyê jî bikin.”

Selahattin Demirtaş sala 2016an li gel çendîn hevalên xwe bi hinceta propagandaya rêxistinê hat girtin û li girtîgeha tîpa F ya Edîrneyê hatiye zîndanîkirin.

 

 

 

Serepeyv