Çavuşoglu ji welatên navçê xwest dijî komên ku Tirkiyê wan terorîst dizane, piştawê bigirin
Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu weke nûnerê Tirkiyê beşdarî civîna Bexdayê bûye û di gotara xwe de, zêdetir behsa şerê li dijî PKKê û kurdên Sûriyê kir.
Mevlut Çavuşoglu got, heya ewlekarî nebe, aborî jî nabe û ev yek jî dibin sedem ku aramî çênebe.
Çavuşoglu dibêje, niha gefa herî mezin a li ser navçeyê rêxistinên terorî ne, lewma jî divê welatên dost û cîranên Tirkiyê di şerê li dijî PKKê de piştevaniya Tirkiyê bikin û got, eger Iraq di şerê li dijî PKKê de piştevaniya Tirkiyê bike, wê Tirkiye jî bi hemû awayî piştevaniya Iraqê bike.
Wezîrê Derve yê Tirkiyê diyar kir, “Heya ewlekarî nebe, geşepêdana aborî nabe. Heya aboriyek nebe, aramiyekî berdewam nayê bidestxistin. Li navça me jî, gefa herî mezin terorîzm e. Divê bêyî dudilî, em li dijî terorîzmê karbikin ku li ser ewlekariya navçeyê gef e. Nabe ku di pêşeroja navça me û ya Iraqê de cîhê terorîzmê hebe.”
Mevlut Çavuşoglu bêyî balê bikişîne ser zext û zora ser kurdên Tirkiyê û nijadperestiya li dijî wan ku herî dzawiyê bûsedem malbateke 7 kesî bi giştî were qirkirin û bêyî balê bikişîne ser rewşa xirab aborî li deverên kurdî yên vî welat,û cihêkariya derheq kurdan, got, “Em weke welatek ku bi awayekî hemwext li dijî PKK, YPGê, DAIŞê û Tevgera Gulen têdikoşin, em rûyê tarî yê terorê baş dizanin. Rêxistinên terorî yên weke PKK, YPG û DAIŞ, li ser ewlekariya navçeyê jî gef in. Careke din dixwazim bêjim ku em ti caran hebûna PKKê ya li Iraqê qebûl nakin.”
Çavuşoglu diyar kir, “Em ji welatên dost û cîran dixwazin ku di şerê li dijî van rêxistinên terorî de piştevaniya Tirkiyê bikin. Em weke Tirkiye amade ne ku bi hemû awayî piştevaniyê pêşkêşî Iraqê bikin ku bi me re şerê vê rêxistina terorî bike ku li ser Iraqê bi xwe jî gef e. Lê ji bo ku têkoşînekî baş li dijî terorê bê kirin, divê beriya her tiştî seqamgîriya siyasî hebe.”