Tebax 26, 2021 09:45 Asia/Tehran
  • Davûtoglu: Kurd di navbera AKP û HDPê de asê mane

Serokwezîrê berê yê Tirkiyê Ahmet Davûtoglu dibêje, kurd di navbera AKP û HDPê de asê mane.

Serokê giştî yê Partiya Paşerojê û serokewzîrê berê yê Tirkiyê, Ahmet Davûtoglu duh li Colemêrgê bi mezin û pêşengên wê deverê re civiya û behsa kurdan û pirsgirêka kurd li Tirkiyê kir.

Davûtoglu got, kurd ne pirsgirêk in kurd mexdûrê pirsgirêkê ne… Ew di navbera AKP û HDPê de asê mane. Lê emê vê yekê nehêlin. Em li dijî qeyûman û KCKê (PKK) ne, em tenê dibêjin demokrasî.

Davûtoglu amaje bi tevlîbûna keç û xortên kurd di nav PKKê de jî kir û îdia kir, cihê gencan ne çiya ye, cihê wan parlement e.

Li ser Colemêrgê jî Davûtoglu îdia kir. gava em bûn hikûmet emê Colemêrgê bikin Swîsraya Tirkiyê.

Serepeyv