Tebax 25, 2021 19:07 Asia/Tehran
  • Şirnex; Li qûntara Çiyayê Gabarê jin mijûlî çêkirina dimsê ne

Li qûntara Çiyayê Gabarê ku bi ser navçeya Basa ya Şirnexê ve ye, bi hatina payîzê re jinan dest bi çêkirina dimsê kir. Jinên ku bi awayekî zibare ango bi hev re dimsê çêdikin, kedeke mezin didin.

Li gorî nûçeya malpera Diyarnameyê ji zarê Mezopotamyayê (MA), 'Zeynep Dûrgût' nivîsiye: Li qûntara Çiyayê Gabarê ku bi ser navçeya Basa ya Şirnexê ve ye, bi hatina payîzê re jinan dest bi çêkirina dimsê kir. Jinên ku bi awayekî zibare ango bi hev re dimsê çêdikin, kedeke mezin didin.

BERHEVKIRINA TIRÎ

Ji jinan Emîne Atabey a ku di koma berhevkirina tirî de cih digire anî ziman ku ew serê sibehê dest bi berhevkirina tirî dikin û heta nîvro li ber tavê dixebitin û wiha got: "Her sal di vê wextê de em malbat bi hev re tên tiriyê xwe kom dikin. Komkirina tirî serê sibehê dest pê dike û heta ber nîvro diqede. Em karê xwe li hev parî dikin. Her komek tiştekî dike. Em tiriyê xwe diçînîn û dibin dişon. Pişt re jî koma çêkirinê dest bi çêkirina dimsê dike. Ev dimsa ku em ê çêbikin hinek difiroşin û hinek jî didin cîranên xwe û yê mayî jî ji xwe re hiltînin.”

ÇÊKIRINA DIMSÊ

Ji jinên ku dimsê çêdikin Rihîm Atabey a ku tirî ji hev vediqetîne jî anî ziman ku li herêmê amadekariyên çêkirina dimsê nû dest pê kirin û wiha qala çêkirina dimsê kir: "Em di serî de tiriyê xwe kesax dikin. Piştî ku 20 roj derbas dibe em coht dikin. Pişt re em tiriyê xwe diçînin. Ew tiriyê ku tê ber destê me, em dibijêrin. Îsal ji ber ku baran kêm barî, tirî hemû şewitiye. Tiriyê me nîvî şewitî. Rezê me 2 kîlometre ji me dûr e. Komek diçe berhevkirina wî û komek jî li vir dimîne. Li vir em kom kom in. Yên ku tirî diçînin, dibijêrin, dişon û dimsê çêdikin cuda ne. Ew tiriyê ku tê ber destê me, em paqij dikin, dişon û piçek ax diavêjin nav de û dikewînîn. Ax tirî paqij dike û mîkroban dikuje. Pişt re jî em di mefsikê re derbas dikin. Pişt re jî em wê avê didin ser agir û heta ku baş tîr dibe, li bendê dimînin. Asta herî zêde me diwestîne bijartina tirî ye. Em diwestin lê hema ked dayîn me kêfxweş dike."

AMADEKARIYÊN ZIVISTINÊ

Leyla Atabey jî diyar kir ku di çêkirina dimsê de jî  herî zêde jin diwestin û got: "Ez jî tirî dibijêrim. Çêkirina dimsê gelek sergêjî ye. Lê pêşiya me payîz û zivistan e divê em amadekariyên xwe bikin. Ji ber wê jî me lez da çêkirina dimsê.

 

Serepeyv