Tirkiye û Rûsya derbarê sîstema parastinê ya S-400 de rêkeftinekî nû îmza dikin
Rûsya bi Tirkiyê re rêkeftineke nû ya sîstema berevaniya asmanî (mûşekên S-400) îmze dike.
Rêveberê Giştî ye Kompaniya Hinardeya Leşkerî ya Rûsyayê Rosoboron Export Aleksandr Mixeyev da xuyakirin, di demeke nêzîk de bo veguhestina karwaneke din ya sîstemên S-400, bi Tirkiyê re rêkeftinek îmze bikin.
Aleksandr Mixeyev da xuyakirin, hevdîtinên wan gihiştine qonaxa dawî û di demeke kurt de ew ê rêkeftinê îmze bikin.
Kirîna Tirkiyê ya mûşekên S-400an ji Rûsyayê, di navbera Tirkiye û Amerîkayê de bûbû cihê rageşiyên mezin û Amerîka dorpêç danîbû ser Tirkiyê, bi fermî Tirkiye ji bernama çêkirin û firotina firokeyên F-35 derxistibû.
Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê Need Price jî berî demekê ragihandibû: “Me ti peyamek li ser razîbûna Amerîkayê ji bo hebûna S-400an li nav axa Tirkiyê, nedaye Enqerê.”
Price eşkere kiribû: “S-400 li ser asayîşa teknolojiya NATOyê gef e û berevajî pabendiyên Tirkiyê bi NATOyê re ye.”