Tebax 23, 2021 10:45 Asia/Tehran
  • Li Bidlisê zedetirî 750 ton findiq hat hilberandin

Li Xîzana Bidlisê, zedetirî 750 ton findiq hat hilberandin. Debara 9 gundên Xîzanê giranî li ser findiqan e.

Li gorî nûçeya Kurdistan24ê, Derveyî Herêma Deryaya Reş a Tirkiyê, li kêm deverên Tirkiyê findiq berhem tên. li Xîzana Bidlîsê li ser rûberê 5 hezar û 500 doniman, findiq tên berhemanîn û li 9 gundan debara 350 malbatan li ser vê ye.

Berhemhênerên findiqan didin xuyakirin, berhemên wan ji yên Herêma Deryaya Reş, di warê tam û bêhn û rûnê wê de baştir in û li Diyarbekir û Wan û Sêrtê gelek xwazyarên wan hene.

Serepeyv