Tebax 21, 2021 11:33 Asia/Tehran
  •  Li Tirkiyê 204 kes bi Koronayê canê xwe ji dest da

Di 24 saetên dawî de, li Tirkiyê 293 hezar û 252 testên Covid-19'ê hatin kirin, ku li gor encaman 19 hezar û 918 kes bi vê vîrusê ketine û 204 kes ji pêketiyên Koronayê jî canê xwe ji dest da.

Wezareta Tenduristiyê ya Tirkiyê, duh amarên nû yên taybet bi vîrusa Koronayê belav kir.

Li gorî daxuyaniya Wezareta Tenduristiyê ya Tirkiyê, di 24 demjimêrên bihorî de li Tirkiyê  293 hezar û 252 pişkinînên Covid-19 hatine kirin, ku encamên 19 hezar û 918 pişkinînan pozîtîv bûne.

Herwiha di 24 demjimêrên dawî de, li Tirkiyê 204 kes ji pêketiyên Covid-19 canê xwe ji dest daye.

Ji duh ve heta îro 15 hezar û 561 nexweşên Koronayê jî li Tirkiyê baş bûne.

Di vaksînkirinê de parêzgeha Mugla li rojavayê Tirkiyê yekem û Riha di rêza dawî de ye.

Li gorî Wezareta Tendirustiya Tirkiyê, li dû Mugla, li Çanakkale, Edîrne, Kirklareli, Balikesîr, Amasya, Aydin, Tekîrdag, Eskişehir, û Yalova herî zêde vaksîna Covid-19 hatiye lêdan.

Parêzgehên kurdnişîn bi giştî di rêzên dawî yên wergirtina vaksînê de cih girtine. Li dûv Riha, Mêrdîn, Bedlîs, Mûş, Amed, Êlih, Çewlîg, Îdir û Agirî tên.

Serepeyv