Tebax 20, 2021 14:24 Asia/Tehran
  • Babacan: Em di serdemeke nijadperestiyê de derbas dibin

Serokê Partiya Demokrasî û Pêşdeçûnê (DEVA) Alî Babacan got: Em di serdemekê de ne ku nijadperestî û cudakarî li Tirkiye û cîhanê pir zêde bûye. Zimanê cudaker û marjînal ê siyasetê ne rast e. Zimanê siyasetê ne yê ku cihê dikê, yê ku dike yek, pir girîng e. Zimanê siyasetê bandorê li civakê dike.”

Serokê partiya DEVAyê Alî Babacan ji bo 750mîn salvegera mirina Heçî Bektaş Welî serdan gora wî kir û li wê de rê daxuyaniyek da.

Babacan li ber gora Hecî Bektaş Welî axivî û wiha got “Em di serdemekê ku nijadperestî û cudakarî li Tirkiye û cîhanê pir zêde bûye de derbas dibin. Zimanê cudaker û marjînal ê siyasetê ne rast e. Zimanê siyasetê ne yê ku cihê dike, yê ku dike yek, pir girîng e. Zimanê siyasetê bandorê li civakê dike. Mixabin, dema ku siyaset cudakariyê bike, bandorên neyînî li ser civakê dike. Ji ber vê yekê, divê siyasetmedar xwedî li zimanê xwe derkevin. Pêwîst e ku siyaset ji bo yekitî, hevgirtin, biratî, aşitî û aramiya ku welatê me pir hewce dike bixebite.”

Babacan bang li aliyên desthilat, opozîyon. saziyên sivîl kir û got: “Pêdivî ye ku em vê aso û nêrîna ku 800 sal berê li ser vê axê mezin bûbû û ji wê hingê vir de ronî daye tevahiya cîhanê, zindî bihêlin. Ev wezîfeya me ya herî girîng a siyasetmedaran e. Em ji bo wê dixebitin. Me ji bo vê yekê riyek nû vekir, me ji bo vê yekê dest bi rêyek nû kir. Ez hêvî dikim ku dawiya vê rêyê aştî, aramî, biratî bibe.”

Babacan diyar kir ku Hacî Bektaş Welî ji bo hemû cîhanê nirxek pir girîng e wiha axivî “800 sal berê, ji bo aştî, biratî û mirovahiyê hewl da. Gotin û felsefa wî ya ku van rojan ronî dike ji bo me hemiyan pir girîng e. Em qala kesekî pir girîng dikin ku bi ramanên xwe hişmendiyê fêrî hemû mirovahiyê kiriye.”

Serepeyv