Tebax 20, 2021 10:14 Asia/Tehran
  • Piraniya xelkê Tirkiyê dixwazin pirsgirêka kurd bi demokrasî, biratiya îslamî û pêşxistina aboriyê çareser bibe

Li gorî encamên rapirsîna dawî li Tirkiyê, zêdetirî 35.5% xelkê çareserkirina pirsgirêka kurd di pêşxistina demokrasiyê û bihêzkirina rêveberiyên herêmî, %22 di bihêzkirina biratiya îslamî û %19.5 jî di pêşxistina aboriyê de dibînin.

Şîrketiya rapirsiyan ya Metropoll ya Tirkiyê meha borî rapirsiyek kiribû. Di rapirsiyê de ji xelkê hatibû pirsîn: Bo çareserkirina pirsgirêka kurd divê çi rêyek were hilbijartin?

Encamên wê rapirsiyê ji aliyê serokê dezgeha rapirsiyan a Metropollê, Ozer Sencer ve hat ragihandin.

Li gorî encamên han, 35.5% xelkê gotine bi pêşxistina demokrasiyê û bihêzkirina rêveberiyên herêmî pirsgirêka kurd tê çareserkirin.

%22 xelkê jî gotine bi bihêzkirina biratiya îslamî ew pirsgirêk çareser dibe, %19.5 xelkê jî çareseriya pirsgirêka kurd di pêşxistina aboriyê de dîtine. Beşek pir biçûk jî şer û çek wek çareserî zanîne.

Yek ji encamên balkêş yên wê rapirsiyê jî ew e ku herî zêde alîgir û endamên MHPê daxwaz kirine pirsgirêka kurd bi pêşxistina demokrasî û bihêzkirina rêveberiyên herêmî were çareserkirin.

Serepeyv