Li Tirkiyê 168 kesên din bi Koronayê mirin
Tebax 19, 2021 09:55 Asia/Tehran
Li Tirkiyê 168 kesên din bi Koronayê mirin û nêzîkî 20 hezar kes jî pê ketin.
Wezareta tenduristiya Tirkiyê ragihand, di nav 24 demjimêrên borî de 19 hezar û 944 kes bi Koronayê ketine.
Wezaretê da zanîn jî, ji duhî de 168 kes bi Koronayê mirine û 15 hezar û 537 pêketî jî baş bûne.