Li bajarê Qersê li rojhilatê Tirkiyê bîranîna şehîdên Kerbelayê
Tebax 18, 2021 22:11 Asia/Tehran
Di roja Tasûyayê de hogir û evîndarê ehlê beytê (S) li bajarê Qersê yê rojhilatê Tirkiyê ku rûniştiyên wê piranî kurd in merasima tazîdariyê li dar ket.
Li bajarê kurdnişîn ê Qersê li rojhilatê Tirkiyê ji bo salvegera şehîdkirina Hz. Îmam Huseyn (S) neviyê Pêxemberê Îslamê Hz. Mihemed (S) û ehlê beyt û hevalên wî hezretî yên emekdar li Kerbelayê, bernama bîranînê hat lidarxistin.
Di çalakiya ku li Qersê hat lidarxistin de kesên ku li mizgefta Işikliyê û mizgeftên din kom bûn paşê li ber Mizgefta Hezretî Elî kom bûn.
Endamên komê yên ku ji vir dest bi meşê kirin, ji Kolana Faikbey heta pêşiya Mizgefta Ehlibeytê bi mersiyeyan li sînga xwe dan û xwe bi zîncîran ve girêdan.