Wezareta Berevaniya Tirkiyê: 3 leşker Tirkiyê li Herêma Kurdistanê hatin kuştin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i328306-wezareta_berevaniya_tirkiyê_3_leşker_tirkiyê_li_herêma_kurdistanê_hatin_kuştin
Wezareta Berevaniya Tirkiyê ragihand ku li Herêma Kuridstana Iraqê 3 leşkerên wan hatine kuştin û 2 leşker jî birîndar bûne.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tebax 16, 2021 15:14 Asia/Tehran
  • Wezareta Berevaniya Tirkiyê: 3 leşker Tirkiyê li Herêma Kurdistanê hatin kuştin

Wezareta Berevaniya Tirkiyê ragihand ku li Herêma Kuridstana Iraqê 3 leşkerên wan hatine kuştin û 2 leşker jî birîndar bûne.

Wezareta Berevaniya Tirkiyê ragihand ku di 15ê Tebaxê de li herêma Zap, Metîna, Basyanê di encama teqîna mîneke ku ji aliyê çekdarên PKKê ve hatibû bicihkirin, 3 leşker hatine kuştin û 2 leşker jî birîndar bûne.

Herwiha Wezareta Berevaniya Tirkiyê ragihndibû ku li çiyayê Metînayê di şerê navbera hêzên artêşa Tirkiyê û hêzên PKKê de 2 leşkerên Tirkiyê birîndar bûn û leşkerekî ku bi giranî birîndar bûbû jiyana xwe ji dest daye.

Wezareta Berevaniya Tirkiyê li ser malpera xwe ya fermî daxuyaniyek belav kir û tê de ragihand ku şervanên PKKê li herêma ku operasyona "Pençe-Brûsk" dewam dike, baregeheke ku leşkerên wan lê ne kirin armanc.

Li gor wezaretê leşkerê bi navê Muhammed Ozturk li nexweşxana ku lê hatiye rakirin jiyana xwe ji dest daye û leşkerê birîndar jî rakirin nexweşxanê û dermankirina wî dest pê kiriye.

Li aliyê din Hêzên PKKê jî daxuyaniyek belav kir û ragihand ku di 14ê Tebaxê de li dijî leşkerên ku li herêma Metîna bi cih bûne, çalakiyek hatiye lidarxistin.

Di daxuyaniya PKKê hat diyar kirin ku di çalakiya li dijî girê ku leşker lê bi cih bûne de 2 leşkeran jiyana xwe ji dest dane û leşkerek jî birîndar bûye.

Herwiha Wezareta Berevaniya Tirkiyê roja 12ê Tebaxê di saet 23:35ê şev de li ser hesaba xwe ya Twitterê ragihand ku li devera operasyonê ya Pençe-Brûsk ku dikeve nav sînorê axa Herêma Kurdistanê, şervnên PKKê bi hawanan êrişek pêk anîne û di encamê de leşkerek birîndar bûye.

Li gor wezaretê, leşkerê birîndar bo nexweşxanê hate veguhestin, lê ji ber dijwariya birînan li nexweşxanê jiyana xwe ji dest da.

Wezareta Berevaniya Tirkiyê herwiha di daxuyaniya xwe de ameje bi wê jî kiriye, ku wan demildest bersiva êrîşa PKKê daye û li gor agahiyên destpêkê  3 gerilayên PKKê jî canên xwe ji dest dane.