Tebax 15, 2021 09:37 Asia/Tehran
  •   Li Tirkiyê 145 kesên din bi Koronayê mirin

Di 24 saetên dawî de, li Tirkiyê 284 hezar û 947 testên Covid-19 hatin kirin, ku li gor encaman 19 hezar û 949 kes bi vê vîrusê ketine û 145 kes ji pêketiyên Koronayê jî canê xwe ji dest da.

Wezareta Tenduristiyê ya Tirkiyê, duh amarên nû yên taybet bi vîrusa Koronayê belav kir.

Li gorî daxuyaniya Wezareta Tenduristiyê ya Tirkiyê, di 24 demjimêrên bihorî de li Tirkiyê  284 hezar û 947 pişkinînên Covid-19 hatine kirin, ku encamên 19 hezar û 949 pişkinînan pozîtîv bûne.

Herwiha di 24 demjimêrên dawî de, li Tirkiyê 145 kes ji pêketiyên Covid-19 canê xwe ji dest daye.

Ji duh ve heta îro 38 hezar û 699 nexweşên Koronayê jî li Tirkiyê baş bûne.

Wezareta Tendirustiyê ya Tirkiyê daneyên derzîlêdana li hember vîrusa Covid-19 jî aşkere kiriye û ragihandiye, li wî welatî kesên di ser 18 saliyê re herî kîm 1 doz vaksîna Covid-19 wergirtine û diyar kiriye, heta niha rêjeya vaksînkirinê li wî welatî gihîştiye asta ji sedî 70.69, rêjeya kesên ku heta niha 2 doz vaksîn wergirtin jî bûye ji sedî 52.67

Wezaretê diyar kiriye, 43 milyon û 877 hezar û 460 kesan heta niha dozek vaksînê wergirtine, 32 milyon û 691 hezar û 994 kesan doza duyem a vaksînê wergirtine û 6 milyon û 556 hezar û 728 kesan jî doza sêyem a vaksîna Covid-19 wergirtine.

Di vaksînkirinê de parêzgeha Mugla li rojavayê Tirkiyê yekem û Riha di rêza dawî de ye.

Li gorî Wezareta Tendirustiya Tirkiyê, li dû Mugla, li Çanakkale, Edîrne, Kirklareli, Balikesir, Amasya, Aydin, Eskişehir, Tekîrdag û Yalova herî zêde vaksîna Covid-19 hatiye lêdan.

Parêzgehên Kurdnişîn bi giştî di rêzên dawî yên wergirtina vaksînê de cih girtine. Li dûv Riha, Mêrdîn, Bedlîs, Amed, Mûş, Êlih, Çewlîg, Îdirû Agirî  tên.

Serepeyv