Tebax 14, 2021 23:22 Asia/Tehran
  • Hejmara qurbaniyên lehiya herêma Derya Behra Reş a Tirkiyê gihîşt 55 kesan

Li parêzgehên herêma Derya Reş ya Tirkiyê li gor agahiyên herî dawî 14ê Tebaxa 2021ê hejmara kesên ku ji ber lehiyê canê xwe ji dest dane gehîşte 55 kesan.

Li gor daxuyaniya Serokatiya Rêveberiya Karesat û Rewşên Bilez (AFAD), di lehiya parêzgeha Kastamonuyê de 46 û li Sînopê 8 û  li Bartinê keksekê canê xwe ji dest dane û nêzîkî 300 welatiyan hêj wenda ne.

Li navçeyê xebatên lêgerîna welatiyan wenda berdewam in û hejmarek welatiyên birîndar jî li nexweşxanê tên derman kirin.

Wezîrê Tendirûstiya Tirkiyê Fahrettîn Koca jî li ser hesabê xwe yê medya civakî ragihand ku li parêzgeha Kastamonuyê lehiyê bandor li 228 kesan kiriye û 12 kes li nexweşxanan tên dermankirin.

11ê Tebaxa 2021ê li pênc parêzgehan Samsun, Karabuk, Bartin, Sînop û Kastamonu yên Tirkiyê ku dikevin ser herêma Derya Reş lehî rabû û bû sedema zerar û ziyaneke zêde.

Serepeyv