Tebax 14, 2021 09:24 Asia/Tehran
  • CHP: “zêdeyî 330 kesan ji bo windayiyên lehiyê serî li AFADê dane”

Wekîlê Serokê Fraksyona Partiya Gel Engin Altay ya Komarî (CHP) ya Tirkiyê derbarê lehiya ku li peravên Derya Reş rabûye li ser hesaba xwe ya Twiterê nivîsiye: “Li gor agahiyên bi min re hatine parvekirin piştî karesata lehiyê 329 kesan ji bo kesên winda serî li AFADê dane”

Lehiya ku li bajarên  Kastamonu, Sinop û  Bartinê yên Herêma Derya Reş a Tirkiyê rabûye, bû sedema ziyanek zêde ya canî û maddî. Bi awayekî li gor amarên herî dawî yên Rêveberiya Rewşên Bilez û Karesatan ya Tirkiyê 38 kesan canê xwe ji dest dane û gelek zerer û ziyanên maddî çêbûne.

Wekîlê Serokê Fraksyona Partiya Gel Engin Altay ya Komarî (CHP) jî derbarê rewşa dawî ya wê lehiyê li ser hesaba xwe ya Tweterê daxuyaniyek belav kir.

Engin Altay di daxuyaniya xwe de diyar kir ku hejmareke zêde ya kesan ji bo wendayiyan serî li aliyên peywendîdar dane û got ”Ez li vir rastî bi dehan kesan hatim ku li kesûkarên xwe digerin. Agahiyek bi min re hate parvekirin ku heya niha zêdeyî 330 kesan, ji bo kesên winda serî li AFADê dane.”

Altay da xuyakirin ku rewş ji ya ku tê pêşandan gelek girantir e û got “Ez wek kesek ku çûye deverê û ditiye dibêjim, rewş gelek giran e.”

Herwiha Altay ameje bi wê jî kir ku ew nedana agahiyên zelal a derbarê miriyan, ji aliyê hikûmetê ve rast nabîne û got ”Ji peravên deryayê term tên rakirin, pêwîst e Tirkiye vê yekê bizane.”

Herî dawî Engin Altay ragihand ku termê qûrbaniyên lehiyê li Ineboluyê yê di depoyeke cemidandinê ya kargehekê de tên raqgirtin û got “Ez  bi eşkere dizanim ku niha li Ayancika Sinopê 7 mirî hene. Mixabin em texmîn dikin ku li vir hejmara miriyan gelek zêde be”

Di 11ê Tebaxa 2021ê li pênc bajarên Tirkiyê yên Samsun, Karabuk, Bartin, Sînop û Kastamonu ku dikevin ser bi Herêma Derya Reş lehî rabû û bû sedema zerar û ziyaneke zêde. Bi awayekê li gor amarên dawî yên AFADê heya niha li  Kastamonuyê 38 kesan ji ber wê lehiyê canên xwe ji dest dane.

Serepeyv