Enqere - Li ser êrîşa Sûriyan 76 kes hatin desteserkirin
Rêveberiya Ewlekariya Enqere ragihand ku li ser êrîşa li dijî dikan û malên welatiyên Sûrî 76 kes hatine destesrkirin.
Li gorî nûçeya Rûdawê, Li gorî medyaya Tirkiyê, şeva Sêşemê 10ê Tebaxa 2021ê li navçeya Altindag ya ser bajarê Enqerê pevçûn di navbera hejmareke ciwanên Tirk û Sûrî de derketibû û di encam de ciwanekî Tirk bi kêrê hatibû birîndarkirin û şeva çarşemê 11ê Tebaxa 2021ê li nexweşxaneyekê canê xwe ji dest dabû.
Piştî mirina wî ciwanê Tirk, bi sedan Tirkan li hev civiyabûn û êrîşî mal û dikanên welatiyên Surî kiribûn.
Rêveberiya Ewlakariya Enqerê duh derbarê bûyerê de daxuyaniyek belav kir û ragihand ku li ser bûyerê 76 kes hatine desteserkirin
Rêveberiya Ewlekariyê di daxuyaniya xwe de dibêje: ”Di 10ê Tebaxa 2021ê de piştî bûyera xembar hinek kesan li ser torên civakî dîmenên ne rast ji bo provakekirina welatiyên me belav kirine, me ew kes jî di nav de 76 kesên tevlî bûyera êrîşê jî bûne tespît kirine û desteser kirine.”