Tebax 12, 2021 18:45 Asia/Tehran
  • Li bajarên Kurdan rêjeya bêkariyê du qatê zêdetirî bajarên Tirkan in

Li Tirkiyê herî kêm 9 milyon û 670 hezar kes bêkar in. Di nava van bêkaran de rêjeyeke zêde ya ciwanan e. Li gorî amarên sendîkayan li Tirkiyê rêjeya ciwanên bêkar ji sedî 42.5 e. Li bajarên kurdan rêjeya ciwanên bêkar du qatî ciwanên deverên din ên Tirkiyê ne.

 Bê karî li gund û bajarên kurdan ên Tirkiyê wisa zêde ye ku ciwanên van gund û bajaran neçar in dev ji cih û warên xwe berdin û berê xwe bidin bajarên tirkan ên vî welatî bi taybet herin Stenbolê.

Li gorî Rêveberên Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Amedê li bajarên Kurdan rêjeya bêkariyê ya ciwanan du qatê bajarên Tirkan in. Ciwanên ku nikarin kar peyda bikin berê xwe didin bajarên Tirkan.

Serokê Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Amedê Mehmet Kaya jî dibêje: “Li bajarê me rêjeya xebatkaran li herêma pîşesaziyê tenê ji sedî 7 e. Girseya me ya kar jî bi temamî di kerta xizmetgûzariyê de kar dikin. Ji ber tunebûna derfetên kar mixabin hinek bi awayeke demkî û hinek ciwan jî bi awayeke mayînde koçber dibin û diçin bajarên rojava. Tekane çareseriya pêşîlêgirtina koçberiya ciwanan zêdekirina derfetên kar e.”

Li gorî amarên Federasyona Sendîkaya Karkeran (DÎSK-AR), li Tirkiyê rêjeya bêkarên temenê wan di navbera 15-34 salî de ne ji sedî 34.7 e. Di nava ciwanên temenê wan di navbera 15-24 salî de jî rêjeya bêkariyê ji sedî 42.4 e. Eger bêkarî neqede, li bajarên kurdan rêjeya ciwanan her ku biçe kêmtir bibe. 

Serepeyv