Tebax 10, 2021 23:16 Asia/Tehran
  • Gundiyên nerazî ji ber qutkirina elektrîk riya Riha-Mêrdînê girtin

Li navçeya Xelîliye ya Rihayê cotkaran qutkirina elektrîka hejmarek gundan ji aliyê kompanyaya dabeşkirina elektrîkê ya Tirkiyê (DEDAŞ) ve protesto kirin û riya navbera Riha-Mêrdînê girtin.

Li gor zanyariyên ji herêmê, gundî û cotkarên nerazî, li nêzîk gundê Hemedîxanê xwepêşandana xwe li dijî biryara DEDAŞê bo qutkirina elektrîka hejmarek ji gundên herêmê destpê kirine.

Cotkaran traktorên xwe li ser riya Riha-Mêrdînê rawestandine û bi tevahî rê li ser hatûçûnê girtine.

Li gor agahiyan, zêdeyî saetekê ye ku ji ber xwepêşandana xelkê û cotkaran, riya Riha-Mêrdînê girtî ye.

Kesên nerazî li dijî DEDAŞê dirûşm dan û daxwaz ji desthilata AKPê jî kirin ku dest ji kar berde.

Ji bo vekirina rê û dawîanîna bi xwepêşandanê, hejmareke zêde ya hêzên ewlehiyê çûne cihê ku xelk lê kom bûne. Ji ber rijdbûna kesên nerazî li ser berdewamkirina protestoyê, di navbera cotkar û leşkeran de alozî derket.

Hefteya derbasbûyî jî, ji bo çareserkirina pirsgirêka xwe, cotkar çûbûne pêş avahiya AKPê ya li Rihayê, lê pirsgirêka wan nehatiye çareserkirin.

Serepeyv