Li Tirkiyê 22,699 kes bi Covid-19 ketin
Li Tirkiyê di 24 demjimêrên bihorî de 22 hezar û 699 kes bi vîrusa Covid-19 ketin û 108 kesan jî canê xwe ji dest da.
Wezareta Tendirustiyê ya Tirkiyê, duh Yekşemî 8ê Tebaxê amarên nû yên taybet bi vîrusa Coronayê belav kir.
Li gorî daxuyaniya Wezareta Tendirustiyê ya Tirkiyê, di 24 demjimêrên bihorî de li Tirkiyê 239 hezar û 637 pişkinînên Covid-19 hatine kirin ku encamên 22 hezar û 699 pişkinînan pozîtîv bûne.
Herwiha di 24 demjimêrên dawî de, li Tirkiyê 108 kes ji pêketiyên Covid-19 canê xwe ji dest dae. Ji duh ve heta îro jî 5 hezar û 835 nexweşên coronayê baş bûne.
Li gor wezaretê, hejmara kesên ku heta niha dozên yekem, duyem û sêyem ên vaksîna Covid-19 wergirtine, bo 76 milyon û 193 hezar û 403 kesan bilind bûye.
Tevî bilindbûna rêjeya vaksînlêdanê, lê belê hêj 9 parêzgehên kurdnişîn ên Tirkiyê di rêzên dawî yên wergirtina vaksînê de ne, ku ew parêzgeh ev in: Riha, Mêrdin, Bedlîs, Amed, Mûş, Êlih, Çewîg, Sêrt û Îdir.