Li Tirkiyê di bûyerekî hatûçûnê de 14 kesan jiyana xwe ji dest dan
https://kurmanci.sahartv.ir/news/tirkiye-i328139-li_tirkiyê_di_bûyerekî_hatûçûnê_de_14_kesan_jiyana_xwe_ji_dest_dan
Otobûsa rêwiyan a ji Zongoldakê ve diçû bo Îzmirê, li Balikesîrê rê derket û qulibî. Di bûyerê de 14 kesan jiyana xwe ji dest dan, 18 kes jî birîndar bûn.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tebax 08, 2021 08:51 Asia/Tehran
  • Li Tirkiyê di bûyerekî hatûçûnê de 14 kesan jiyana xwe ji dest dan

Otobûsa rêwiyan a ji Zongoldakê ve diçû bo Îzmirê, li Balikesîrê rê derket û qulibî. Di bûyerê de 14 kesan jiyana xwe ji dest dan, 18 kes jî birîndar bûn.

Li Tirkiyê otobûsa rêwiyan a ji Zongoldakê ve diçû bo Îzmîrê, li Balikesîrê ji rê derket û qulibî û di bûyerê de 14 kesan jiyana xwe ji dest dan û 18 kesên din jî birîndar bûn. Parêzgerê Balikesîrê Hasan Şildak ragehand, derbarê sedemê bûyerê de vê gavê ti agahiyek tine ye.

Li gor çapemeniya Tirkiyê piştî otobûs qulibî li cîhê bûyerê 11 kesan jiyana xwe ji dest dane û ji aliyê tîmên lezgîn ên 112ê ve 3 birîndarên ku gehandibûn nexwaşxanê jî li wê derê jiyana xwe ji dest dan.

Herwaha 18 kesên din ên birîndar jî li 5 nexwaşxanên cuda yên bajar re hatin veguhestin.

Derbarê bûyerê de lêpirsîn berdewam dike.

Piştî bûyerê parêzgerê Balikesîrê Hasan Şildak çû cîhê bûyerê û serdana birîndarên li 5 nexwaşxanan jî kir û derbarê rewşa tenduristiya wan de jî agahî ji bijîşkan wergirt.