Dîmen; Keşfkirina şêweyên sosret di nav xwezayê da
‘John McCormack’, wênegirê amerîkayî, piştî bi salan sefer û wênegirtina navçeyên dûr ên cîhanê, di serdema belavbûna koronayê da dest bi keşfkirina ducare ya xwezaya nêzîkî mala xwe kir. Meşên wî yên şevê bi dirêjahiya peravê Kalîforniyayê, nêrîna wî li ser dîmenên ku berê nêzîk bûn lê kêm hatibûn dîtin, veguherî.
McCormack di vê koleksiyonê da bi wênegirtina asimanî ya xwezayê, wêneyên perav û qadên avî ji goşeyekî cihêwaz girtine; cihê ku xetên pêlan, şêweyên zinaran, tevna xîzan, guherîna rengê avê û dirûv û şêweyên xwezayî yên ser erdê, ji jor ve dibin pêkhatene balkêş û carinan razber. Ev wêne, xwezayê ji dîmenekî asayî wêdetir nîşan didin. Ew qabên ku tê da reng, form, tevn û livîn li kêleka hev têne danîn û ji dîmenên naskirî, cîhaneke nû û balkêş ava dikin. Koleksiyona McCormack vegotineke wênekî ya venihêrîna li xwezayê ye. Nêrînek ku nîşan dide ji bo keşfkirina bedewiyên nenas, carinan bes e ku mirov tûş û şêwaza dîtina xwe biguherîne.