Rûsiye: Şerrê Ûkraynê tenê bi jinavçûna kokên wê dê bê sekinandin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/cîhan-i359520-rûsiye_Şerrê_Ûkraynê_tenê_bi_jinavçûna_kokên_wê_dê_bê_sekinandin
Alîkarê Wezîrê Karên Derve yê Rûsiyê got ku Mosko bijareya sekinandina kêşeya Ûkraynê red dike û ser vî bawerî ye ku bi dawîahtina vê qeyranê tenê bi ji navbirina kokên wê pêkan e.
(last modified 2026-08-10T14:54:24+00:00 )
Tebax 10, 2026 18:08 Asia/Tehran
  • Rûsiye: Şerrê Ûkraynê tenê bi jinavçûna kokên wê dê bê sekinandin

Alîkarê Wezîrê Karên Derve yê Rûsiyê got ku Mosko bijareya sekinandina kêşeya Ûkraynê red dike û ser vî bawerî ye ku bi dawîahtina vê qeyranê tenê bi ji navbirina kokên wê pêkan e.

Mîxaîl Galozîn bi redkirina fikra sekinandina demkî ya pevçûnan pêgîrî kir ku Mosko heta dema ku kokên qeyranê ji nav neçin, wê sekinandina şêrr qebûl neke. Wî herwiha Ûkraynê bi girankirina pevçûnan û êrişa ser binesaziyên enerjiyê tawanbar kir û daxwaz kir ku Amerîka û welatên ewrûpî bertekê nîşan bidin. Ev axiftin di halekî de tên raberkirin ku Qasim Comart Tokayêv, serokomarê Qezaqistanê berî nika daxwaza sekinandina pevçûnan û ji nû ve destpêkirina gotûbêjên di navbera Rûsiye û Ûkraynê kirbû; Pêşniyarek ku Kirêmlînê tevî şert û mercên heyî ew red kiribû.